Kurdek bi guleyên hêzên rejîma Îranê hat kuştin
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, hemwelatiyekî Kurd bi navê Sebah Emîn Mihemedî roja 8ê vê mehê de li bajarê Şabad ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, dikeve ber destdirêjiya guleyên hêzên rejîma Îranê û di encam de bi giranî tê birîndarkirin.
Malperê li ser zarê şahidekê wê bûyerê belav kiriye ku “Hêzên rejîmê paiştî birîndarkirina Sebah, wî bi birîndarî bi cî dihêlin û ti hewlekê ji bo gihandina wî bo nexweşxanê nedan”.
Li gor wî şahidî, “Sebah piştî hewldaneke zêde xwe gihande nexweşxanê, lê ji ber giraniya birînê jiyana xwe ji dest da”.
Termê Sebah piştî ku 2 rojan li nexweşxaneyê ma, di roja 12ê vê mehê radestê malbata wî kirin.
Li gor amarên wê malperê, di destpêka vê mehê de û heta niha 7 hemwelatiyên Kurd bi gulleyên hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.
Rudaw
