• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê berfê jiyan rawestand

Gulan Media December 15, 2013 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê berfê jiyan rawestand
Şepola berf û baranê ku 3 roj e berê xwe daye Rojhilata Navîn, seranserê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê li xwe girt û jiyan rawestand. Bi barîna berfê, rewşa rojavayiyan xirabtir bû, ji ber di vê serma û seqema berfê de ne elektrîk heye û ne jî sotemenî.

Li bajarê Qamişlo ku wek paytexta Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, ligel ku di rojên normal de pêdiviyên rojane yên xelkê bi zehmetî tên peydakirin, lê ligel hatina vê şepola berfê jiyan bi tevahî li bajar rawestiya. Berf li hinek navçeyên Qamişlo heta 40 cm bilind bû.

Li gor agahiyên ku Basnewsê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine, di her 3 rojên borî de rêyên Qamişlo hatin girtin û hatin û çûn li wir gelek zehmt bûye û heta niha ev rewş berdewam dike. Li Qamişlo êdî kes nikare ji mala xwe derkeve, ligel vêna jî li gor ku peyamnêrê me ragihandiye, di 48 seatên borî de elektrîk bi tevahî li sernaserê Qamişlo hatibû birîn.

Li deverên din ên wek Serê Kaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir û Hesekê jî, rewşa seqayê ji Qamişlo ne baştir bû û rêyên di navbera bajar û bajarokan de bi temamî hatine girtin. Li gor heman agahiyan, li bajarê Qamişlo sotemenî zehmet bi dest xelkê dikeve, hem ji ber xirabiya rewşa aborî ya xelkê û hem ji ber kêmbûna sotemeniyê.

Li parêzgeha Hesekê nirxê tupekî gazê gihiştiye 4 hezar lîre. Li bajarê Dêrikê yê ser sînor navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê, bi sedema rêjeya bilind a berfê ziyaneke mezin gihişte gelek malên hevwelatiyan û çend dar jî di bin berfê de şikestin. Herwiha rêyên ku tên nav Dêrikê hemû ji ber berfê hatin girtin û êdî pêdiviyên rojane yên xelkê peyde nabin.

Hat zanîn ku li seranserê parêzgeha Hesekê di her sê rojên borî de elektrîk hatibû birîn. Lê rewşa bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ji rewşa Qamişlo û Dêrkê xirabtire, ji ber ku ji 2’ê vê mehê ve rêxistina bi navê “Dewleta Îsalmî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ)” dorpêçeke tund li ser bajêr daniye û ji wê demê ve çekdarên radîkal ên DAÎŞ’ê nahêlin pêdiviyên rojane yên xelkê wek xwarin û derman derbasî Kobanî bibin.

Ligel vê yekê pêla berfê rewşa hevwelatiyên Kobanî dijwartir kir, ji ber ku rêjeya bilind a berfê jiyan li Kobanî rawestand û êdî nirxê bermîla mazotê li wir gihiştiye 16 hezar lîre û bi zehemetî jî bi dest hevwelatiyan dikeve.

Bajarê Efrînê ku ew jî bi heman awayî di bin dorpêça çekdarên rêxistina DAÎŞ’ê ya girêdayî El-Qaîde de ye, rêjeya berfê lê gihişte astekî gelek bilind û hevwelatî li wir jiyaneke gelek dijwar derbas dikin.

Basnews
Top