• Friday, 13 February 2026
logo

Li Mûsilê 4 partiyên Kurdistanî lîsteyeke pêk tînin

Gulan Media December 14, 2013 Nûçe
Li Mûsilê 4 partiyên Kurdistanî lîsteyeke pêk tînin
Çar partiyên Kurdistanî bi mebesta pêkanîna lîsteyeke hevbeş li parêzgeha Mûsilê bo hilbijartinên Parlamentoya İraqê, li Dihokê civiyan.

Di vê derbarê de Endamê Polîtburoya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Muslim Bamernî ji BasNewsê re got: ‘’Çar aliyên siyasî yên Kurdistanê ku ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê û Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê pêk dihatin li bajarê Dihokê civiyan û bo parêzgeha Mûsilê li ser pêkanîna hevpeymaniyeke siyasî axifîn, herwiha biryar e di çend rojên dahatû de lîstekeke hevbeş rabighînin.’‘

Derheqa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de jî, Muslim Bamernî wiha axifî: ‘’Her ji destpêka civînan ve YNK vekişiya û bawer nakim were nav hevpeymaniya va her çar partiyên siyasî yên Kurdistanê.’‘

Basnews
Top