Li Mûsilê 4 partiyên Kurdistanî lîsteyeke pêk tînin
Di vê derbarê de Endamê Polîtburoya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Muslim Bamernî ji BasNewsê re got: ‘’Çar aliyên siyasî yên Kurdistanê ku ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê û Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê pêk dihatin li bajarê Dihokê civiyan û bo parêzgeha Mûsilê li ser pêkanîna hevpeymaniyeke siyasî axifîn, herwiha biryar e di çend rojên dahatû de lîstekeke hevbeş rabighînin.’‘
Derheqa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de jî, Muslim Bamernî wiha axifî: ‘’Her ji destpêka civînan ve YNK vekişiya û bawer nakim were nav hevpeymaniya va her çar partiyên siyasî yên Kurdistanê.’‘
Basnews
