Hevserokê PYDê Salih Mislim îro tê Hewlêrê
Li gor çavkaniya zanyariyên Rûdawê, Salih Mislim ku berî 2 rojan li Belcîkayê bû wê îro bigihe Hewlêrê.
Biryar e îro Leyla Zana û Osman Baydemîr digel şandeke PYDê bicive û li daxwazên wan guhdar bike.
Her li gor zanyariyên Rûdawê, Leyla Zana û Osman Baydemîr piştî ku roja çarşemê li bajarê Helwêrê bi nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) re civiyan û li daxwaz wan guhdar kirin, wê sibê bi nûnerên PYDê re jî bicivin û li xwestekên wan jî guhdar bikin.
Her li gor zanyariyên Rûdawê, navbeynkar Leyla Zana û Osman Baydemîr wê roja yekşemê ENKSê û PYDê li hev bicivîne.
Piştî wê civînê, Zana û Baydemîr wê daxwazên her du aliyan di nava reşnivîsa rêkeftinekê de binivîsne û dane ber Serokê Herêma Kurdistanê Mesûda Barzanî.
ENKSê di civîna roja çarşemê de daxwazên xwe ji PYDê gihandine Zana û Baydemîr.
ENKSê xwestiye ku ku PYDê helwesta xwe li hemebr rejîma Beşar Esed zelal bike, girtiyên siyasî berde û rê li ber çalakiyên siyasî yên partiyan negire.
Lê heta niha nediyare bê PYDê wê çi ji ENKSê bixwaze.
Rudaw
