Gora kuştiyên serhildana Şêx Saîd hat dîtin
Mecit Yildiz anî ziman ku li ser şahidiya Mustafa Yildiz ê wê demê birîndar bûbû çûn li gund lêkolîn kirin û di lêkolînê de hestiyên hemwelatiyan di gora komî de hat dîtin.
Li Gundê Xezikê yê Çewlikê gora komî ya 16 kesên di serdema Serhildana Şêx Seîd de hatin kuştin û termê wan li holê hatibûn hiştin. Hestiyên wan kesan ji aliyê hemwelatiyên gund ve hatibûn komkirin û di gorekê de hatibûn veşartin. li ser şahidên bûyerê gora komî hat dîtin.
Di sala 1925an de di serdema serhildana Şêx Saît de ji gundên Nişanyan, Tirkan, Sarcon ên girêdayî navçeyên Qereqoçan û Paluyê yên Xerpêtê 16 hemwelatî hatin komkirin û bi komî li gundê Xezikê hatin kuştin.
Wê demê hemwelatiyê bi navê Mustafa Yildiz birîndar rizgar bû û di sala 1980an de jiyana xwe ji dest da. Beriya ku jiyana xwe ji dest bide agahî dabû neviyê xwe Mecit Yildiz.
Mecit Yildiz anî ziman ku li ser agahiyên kalikê xwe dest bi lêkolînê kirin û di lêkolînê de gora komî ya 16 kesan li Gundê Xezikê dîtin.
Yildiz diyar kir ku hestiyên 16 kesan ji aliyê jinên gundê Xezika ve hatibûn komkirin û di gorekê de hatibûn veşartin.
Yildiz herwiha got “Kalikê me çîroka kuştina komkujiyê digot. Çawa li ku hatine kuşitn vedigot. Wî wê demê bi destê xwe hestî komkiribûn. Dema 16 hemwelatî hatibûn kuştin cenazeyê wan ji aliyê welatiyan ve hatibûn perçekirin û heywanan goştê wan xwaribûn”.
Neviyê Mustafa Yildiz Mecit Yildiz anî ziman ku piştî wan çû lêkolîn kir gora komî dît û wiha got: “Tê gotin ku arşîva vê komkujiyê li Paloyê ye. Me bihîst ku arşîva vê komkujiyê li navçeya Madenê ya Xerpêtê ye. Ji bo em aqûbeta hestiyan fêr bibin me serî li hemû rêyên zagonî da. Di komkujiyê de Zulfu Demîr jî jiyana xwe ji dest dabû”.
Kubilay Demîr jî anî ziman ku hemwelatiyên şahidê bûyerê ji ber tirsan heta niha şahidî nekiribûn.
Demîr anî ziman ku ji bo ciwanên din ên li gund mane neyên kuştin bûyer venegotin.
Demîr bal kişand ku hîn tirsa hemwelatiyan berdewam dike.
Demîr destnîşan kir ku 16 kesên niha di gora komî de hatine veşartin ji bo wan “şehîdên Kurdistanê” ye û wiha axifî: ”Li gorî hin îdîayan tê gotin ku hestiyê 28 kesan heye. Dîsa kalikê bavê min Zulfu Demîr jî di wir de hatiye veşartin. Heta niha em gihiştin navê 16 kesan”.
Navê 16 kesên ku di vê gorê de hatine veşartin wiha ye: “Mehmet Yildiz, Suleyman Yildiz, Alî Yildiz, Îbrahim Bulanik, Uzeyir Top, Zulfî Çîftçî, Mustafa Guneş, Ahmet Demîr, Devreş Ustundag, Zulfu Demîr, Îsa Top, Mevlut Kaya, Hasan Kaya, Suleyman Duzgun, Haci Beroglu Mustafa Haci Bekîr, Huseyin Xalo, Yusuf Ozçelik”.
Xizmên wan 16 kesan ji bo gor bê kolandin û vekirin dê serî li Dozgeriya Komarê ya Dêrsîmê bidin.
Li gorî rapora Şaxa ÎHDê ya Çewlikê di sala 2011an de, “di sala 1928an de li gundê Buyukçagê yê Dara Hênê ya Çewlikê leşkeran 85 kes xistin malekê û xanî da ber agir”.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji 85 kesan 84 kes di xanî de şewitîn û bûn xwelî.
Rudaw
