Sê kasibkarên Kurd di bin berfê de man
Li gor Kurdpayê, roja înê serê sibehê li cihekî bi navê Çiyayê Şehîdan ê sînorê navbera bajarê Urmiye yê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê berf bi ser sê kasibkarên Kurd de ketiye û di encam de canê xwe ji dest dane.
Her sê kasibkar xelkê avahiya Pîrancix a ser bi Soma ya Urmiyê bûn ku ji ber serma û seqemê rê li ber wan wenda bûye û rastî vê bûyerê hatin. Herwiha tê gotin ku şêniyên navçeyê karîne termê kasibkarekî ji bin berfê derxînin, lê termî herdu kasibkarên din heta niha nehatine dîtin.
Ev bûyera han jî di demekê de ye ku di çend rojên borî de li navçeyên ser bi parêzgeha Urmiyê nêzîka metreyek û nîv berf bariya ye. Roja 7’ê mehê jî ji ber aşûta berfê li navçeya Tergewer a Urmiyê du kasibkarên din ên Kurd canê xwe ji dest dabûn.
Basnews
