• Friday, 13 February 2026
logo

Peyama serxweşiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo malbata xwedê jê razî Kîwmers Husên

Gulan Media December 13, 2013 Nûçe
Peyama serxweşiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo malbata xwedê jê razî Kîwmers Husên
Bi navê xwedayê bexşînde û dilovan

Gelek bi mixabinî nûçeya koça dawî ya rojnamevan (Kîwmers Husên) bihîst ku bi sedema nexweşiyekî kuşinde canê xwe bexşî û çû ber dilovaniya xweda. Ev nûçeya diltezîn me hemûyan xembar kir. Gelek bi hêvî buyîn bo ku çareseriya nexweşiya rojnamevanê ciwanemerg bê kirin û li jiyan û karê xwe da berdewam bibê.

Bi vê xemgîniyê ve serxweşiyê li malbat û kesukarên xwedê jê razî û hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim û ji xwedayê dilovan hêvîdarim xwedê jê razî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi malbat û kesukarên wî bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
12.12.2013
Top