Komîteyên danûstandinkar yên PDKê û KIK civiyan
Di çarçoweya civînên hevbeş yên di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de îro komîteyên danûstandinkar yên partiya demokrata Kurdistanê û komela îslamiya Kurdistanê civiyan.
Di civînê de endamên her du komîteyên han li ser çawetiya damezrandina hikûmeta nû û bernameya hikûmetê giftûgo kirin.
Her di vê civîna han de her du alî tekez li ser bihêztir kirina hewldanên heyî bo bidestxistina armancên netewî û herwiha parastina destkeftên gelê Kurd li seraserê Kurdistanê de kirin.
