Komîteyên danûstandinkar yên PDK û YIK civiyan
Di çarçoweya civînên hevbeş yên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de bo giftûgo kirin li ser damezrandina hikûmeta nû ya Kurdistanê, îro komîteya Yekgirtûya îslamiya Kurdistanê serdana partiya demokrata Kurdistanê kir û bi komîteya PDKê re civiya.
Di civîna han de bernameya hikûmeta nû û herwiha çawetiya damezrandina hikûmetê hate nîqaşkirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, dibe hikûmeta nû ya Kurdistanê bernameya xwe bi giştî cîhbicîh bike.
