• Thursday, 12 February 2026
logo

“Tometbarekî sereke yê terorkirina Kawe Germiyanî hat girtin”

Gulan Media December 12, 2013 Nûçe
“Tometbarekî sereke yê terorkirina Kawe Germiyanî hat girtin”
Malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) belav kiriye ku kujerê sereke yê bûyera terorkirina rojnamevan Kawe Germiyanî li nav bajarê Silêmaniyê hat girtin û yên ku berê ji ber heman bûyerê hatibûn girtin derket ku ti têkiliya wan bi bûyerê re tine ye.

Malperê li ser zarê çavkaniyeke bilind a ewlekariyê wiha belav kiriye: “Şeva borî li nav bajarê Silêmaniyê, kujerê serekî yê rojnamevan Kawe Germiyanî ku navê wî (T) ye ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat girtin û piştî lêkolînê li tawana xwe mukir hat”.

Li gor wê çavkaniyê “Îro tometbarê girtî bo dadgeha Kelarê hat şandin ji bo ku lêkolînên zêdetir digel wî bêne kirin derbarê bûyerê de”.

Heman çavkaniyê ji wê malperê re gotiye ku ew her 4 kesên ku piştî bûyerê hatibûn girtin ti têkiliya wan bi kuştina Kawe Germiyanî re tine ye û biryare dadgeh wan serbest berde.

Rojnamevanê kurd Kawe Germiyanî, şeva 5ê Kanûna 2013an li bajarokê Kelarê yê devera Germiyanê û li ber deriyê mala xwe ji aliyê hinek çekdarên nenas ve hatibûn kuştin.

Rudaw
Top