• Thursday, 12 February 2026
logo

Hêla hewayî di navbera Hewlêr-Hesekê de vedibe

Gulan Media December 12, 2013 Nûçe
Hêla hewayî di navbera Hewlêr-Hesekê de vedibe
Berî du rojan (10.12.2013) bi serpereştiya Komîsyarê Bilind ê Karûbarên Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), civînek taybet ji bo gotûbêjkirina pirsa penaberên Sûriyê li Cenevre hat lidarxistin.

Di vê civînê de Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, balyozên welatên derdora Sûriyê û Nûnerê Herêma Kurdistanê li NY’ê Mihemed Sabir amade bûn. Li gor agahiyên BasNewsê, çend mijar derbarê dîtina çareyekê ji bo alîkarîkirina penaberên Sûriyê hatin gotûbêj kirin. Hemû aliyan tekez kir ku divê civaka navdewletî alîkariyên madî pêşkêşî nêzîka 3 milyon penaberên Sûriyê bike.

Herwiha amadevanan behsa danîna planeke bihêz ji bo alîkarîkirina penaberan di sala 2014’an gotûbêj kirin û gotin ku pêwist e civaka navdewletî hejmareke rast a penaberan derxîne da karibin alîkariyên pêwîst di warên cuda de wek xwendin, tenduristî û civakî, ji bo wan penaberan peyda bikin.

Ji aliyê xwe ve Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî got: “Pêwist e civaka navdewletî alîkariyeke maqûl pêşkêşî penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê bike.” Zêbarî da zanîn ku hejmara penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê gehiştiye 240 hezar kesan, wate ji sedî 97 ji hejmara penaberên ku berê xwe dane Iraqê li Herêma Kurdistanê ne.

Di dawiya civînê de biryara şandina alîkariyan ji Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî bo Balafirgeha Qamişlo ya Navdewletî hat dayîn.

Rêveberê Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur di UNHCR de Emîn Ewez ji ajansa Reutersê re ragihand ku ew dê roja pêncşemê (12.12.2013) yekemîn balafira alîkariyan ji Iraqê bişînin ‘navçeyên Kurdî li bakurê Sûriyê’.

Herwiha Emîn Ewez diyar kir ku şandina wan alîkariyan bi razîbûna Hikûmeta Sûriyê û Hikûmeta Iraqê ye û got: ‘‘Yekemîn balafira alîkariyan dê roja pêncşemê (12.12.2013) bigihe Qamişlo û biryar e heta roja yekşemê 12 balafirên alîkariyê yên (UNHCR) û 3 balafirên Rêxistina (WFP) bigihine Sûriyê.’‘

Basnews
Top