• Thursday, 12 February 2026
logo

Girkê Legê: Li dijî benda YPG êriş

Gulan Media December 12, 2013 Nûçe
Girkê Legê: Li dijî benda YPG êriş
Komên çekdar êrîşî benda kontrolê ya hêzên YPG'ê ya li çerxeriye gundê Cinêdiyê ya ser bi Girkê Legê kirin û 3 çavdêrên benda kontrolê jiyana xwe ji dest dane.


Li gorî nûçeyeke ajansa Hawarnewsê belav kiriye ku, duh 11/12/2013`an danê sibehê komên çete êrîşî benda kontrola YPG'ê ya çerxeriya gundê Cinêdiyê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û pevçûn derket.

Hate gotin ku hêzên YPG'ê bi armanca parastina welatiyan li pey çeteyên ku derbasî gund bûn ketin û wan di gund de dorpêçkirine. Hate hînbûn pevçûn didomin.

Li gorî malpera fermî ya YPG'ê 3 çavdêrên ku li ser bendê parastinê dikrin piştî berxwedaneke bi qehremanî jiyana xwe ji dest dane.

ANHA
Top