• Friday, 13 February 2026
logo

Bayik: Em ne li dijî têkiliyên navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê ne

Gulan Media December 12, 2013 Nûçe
Bayik: Em ne li dijî têkiliyên navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê ne
Hevserokê Desteya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik diyar kir ku eger hikûmeta AKPê polîtîkayên xwe yên heyî dewam bike, ew dikarin rewşa xwe ya agirbestê di ber çavan re derbas bikin.

Bayik di hevpeyvîneke kovara Foreign Policy de got “Di çareseriya pirsgirêka Kurd de em ne alîgirên rêbazên şer, alîgirê rê û rêbazên demokratîk in”.

Bayik destnîşan kir ku eger hikûmet hevdîtinan veneguherîne nexşeyeke rê, agirbest dikare bi dawî bibe.

Bayik herwiha got “Gelo emê her tim heta hilbijartinan bisekinin. Ne ji bo AKPê hilbijartinan bi hêsanî qezenxc bike; pêvajoya aştiyê û agirbest ji bo rê li ber gotûbêjên fermî bê vekirin, hatine ragihandin”.

Bayik ragihand ku nabe pirsgirêka Kurd ji bo berjewendiyên taktîkî werin bikaranîn û destnîşan kir ku bi heman rengî nabe qurbanî hilbijartinan bê kirin.

Bayik di hevpeyvînê de anî ziman ku Tirkiye bi piştgirîkirina grûpên radîkal li Rojavayê Kurdistanê re pêvajoya aştiyê têk dibe û hişyarî da ku Qaîde û komên ser bi wê ve, Sûriye kirine navenda stratejiyên xwe yên ji bo Rojhilata Navîn.

Li gor nûçeya ANFê, Bayik hevdîtina Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Amedê nirxand û anî ziman ku ew ne li dijî têkiliyên aborî, siyasî û dîplomatîk ên navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê ne.

Lê Bayik di heman demê de got “Xala em li dijî derdikevin ew e ku ev têkilî li ser bingeha dijberiya PKKê pêk tê Barzanî polîtîkayên Tirkiyê dişopîne”.

Bayik herwiha got “Dewleta Tirk, gelê Kurd weke gelekî xwedî mafên xwezayî qebûl nake. Ev rewş dikare Tirkiyê ji nû ve têxe atmosfera pevçûnan”.
Bayik da zanîn ku pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Rojhilata Navîn e û got “Pirsgirêka Kurd sedema nearamî û pevçûnan e. Eger nearamî û pevçûn nayê xwestin, hingî divê ev pirsgirêk çareser bibe”.

Rudaw
Top