Tevgera Sedr piştgîrîya îdareya Kurdîya parêzgeha Kerkûkê dike
Li gor nûçeya PUK media, di hevdîtinê de şanda Tevgera Sedir bi navê Muqteda Sedir piştevaniya xwe bo hewlên Dr. Necmedîn Kerîm nîşan dan.
Herweha şanda Tevgera Sedrî kêfxweşiya xwe bi belavbûna wêneyên nû yê Serok Mam Celal bi xweşewîstiya hemû Êraqiyan wesif kirin.
Heman rojê şanda Tevgera Sedrî serdana cihê êrişa terorîstî a ser dazgeha istixbaratê û Cewahîr mole li bajarê Kerkûkê kirin û piştre jî di kongireyekî rojnamevanî de armanca serdan û hevdîtinê li gel parêzgarê Kerkûkê aşkira kirin.
Di evê derbarê de Şêx Muhened Elezawî, nûnerê taybet yê Muqteda Sedir rola parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm bilind nirxand û got: Merceiyet berdewam rola parêzgarê Kekûkê bi bilind temaşe dike, çûnkî parêzgarê Kerûkê bi bê cudahî xizmeta pêkhateyên parêzgeha Kerkûkê dike û piştevaniya xwe jî bo gavên parêzgarê Kerkûkê ku di ware ewlehî û xizmetguzariyan avêtiye piştevaniya xwe dupat kiriye.
Dr. Necmedîn Kerîm jî ragihand: Em gelekî spasiya birêz Muqteda Sedir û fraksyona Sedrî dikin ku her tim bi giringî li Kerkûkê dinêrin û heya niha jî çendîn serdanên xwe bo Kerkûkê encamdane û ew jî nîşana xwemxuriya wane bo Kerkûkê.
