Pêleke berf û baranê navçeyên Herêma Kurdistanê vegirt
Îro (11.12.2013) pêleke befrbaînê parêzgiha Dihok û derdora wê û derdora parêzgiha Hewlêrê vegirtiye, û şax û dar spî kirine.
Rêveberê Fermangiha Keşnasî û Erdhejênê ya Herêma Kurdistanê, Fazil Îbrhîm di daxuyaniyekê de bo Rûdawê wiha got: “Îro çarşemê, pêleke berf û baranê ji Deryaya Spî ya Navîn ber ber bi Herêma Kurdistanê ve hat ku bayekî sar jî bi xwe re aniye”.
Fazil Îbrahîm herwiha ragihand ”Wek ku ji destpêkê ve hatibû pêşbînîkirin vê pêlê ji sinorê parêzgiha Dihokê dest pê kir, û piştre navçeyên çiyayê yên parêzgiha Hewlêrê jî vegirt”.
Îbrahîm amaje kir ku tê pêşbînîkirin ku ev pêla befirbarînê navçeyên parêzgiha Silêmaniyê jî vegire.
Rêveberê Fermangiha Keşnasî û Erdhejênê eşkere kir ku dê şepêla berfbarînê heta sibe bi mînê û baran jî dê heta roja (13.12.2013) bibare.
Rudaw
