Dewleta Tirkiyê pirtûka Erdogan bi kurdî çap dike
Saziya Ewlekariya Civakî ya Tirkiyê pirtûkek bi navê şoreşa bê deng û guhartinên demokrasî ji sala 2002an heta 2012an belav kir, ew pirtûk bi zimanê Tirkî, îngilîzî, erebî û li vê dawiyê jî bi kurdî jî hat belav kirin û wek hatî ragihandin ku pirtûk bi bê pere tê dayîn.
Ev pirtûk dibe yekem pirtûk ku ji aliyê hikûmetê de bi zimanê kurdî tê weşandin û têde behsa karên AKPê û Erdogan ji bo demokrasiyê dike.
Lê di pirtûka bi zimanê kurdî ne tenê behsa pêvajoya demokrasiyê tê kirin, lê belê “têkoşîna li dijî terorê” û mafê mirovan û çareserkirina pirsgirêka kurd jî tê de cî girtiye û 10 mehên ji sala 2013 jî lê hatî zêdekirin.
Di pêşgotina pirtûka ku bi destê Erdogan hatiye nivîsandin de, Erdogan tîne ziman ku, wî di rêya vê şoreşê de li dewsa rêbaza dewleta serdest û otorîter, dewleta ku xizmetê ji xelkê re bike û welatê bi curbecurên miletên xwe ve zengîn, derxistiye holê .
Herwiha pirtûka bi zimanê kurdî bi zaravê kurmancî hatî çapkirin û di çapa kurdî de 28 xalên ku Serokwezîrê Tirkiyê di paketa demokrasiya xwe de behs kirî tê de cî digire û gelek rapirsî tê de hatine weşandin.
Di nav rapirsiya ku di pirtûkê de hatiye weşandin, diyar dibe ku 67% ji xelkên Tirkiyê, jê 92% gelê Kurd û 63% gelê Tirk piştgiriyê didin pêvajoya aşitiyê û partiyên siyasî jî BDPê 92%, AKPê 87%, CHPê 41% û MHPê 37% piştevaniya pêvajoyê dikin.
Herwiha rapirsî destnîşan dike ku 80% gelê Tirk ji Kurdan hez dikin û 96% Kurd ji Tirkan hez dikin û 95% ji Kurd û Tirkan dixwazin di bin sîwana dewletekê de bijîn.
Herçend ew pirtûk nikariye navê pirsgirêka kurd wek pirsgirêk bîne ziman û her di bin navê “terorê û doza li dijî terorê” de hatiye binavkirin, lê behsa Kurdan kiriye û balkişandiye ku gelê Kurd dixwaze di bin siya dewleta Tirkiyê de bijî û gelê Tirk jî gihiştiye wê ramanê ku pirsgirêka kurd di rêya aşitiyê re bê çareserkirin.
Rudaw
