• Friday, 13 February 2026
logo

Neteweyên Yekgirtî dê alîkariyan ji Hewlêrê ve bişîne Qamişlo

Gulan Media December 11, 2013 Nûçe
Neteweyên Yekgirtî dê alîkariyan ji Hewlêrê ve bişîne Qamişlo
Neteweyên Yekbûyî (NY) dê alîkariyên mirovî ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bişîne Balafirgeha Navdewletî ya Qamişlo.


Komîsyona Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dê alîkariyên mirovî bigihîne Rojavayê Kurdistanê.


Rêveberê Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur di UNHCR de Emîn Ewez ji ajansa Reutersê re ragihand ku ewê vê heftiyê yekemîn balafira alîkariyan ji Iraqê bişînin navçeyên kurdî li bakurê Sûriyê.


Ewez diyar kir ku şandina wan alîkariyan bi razîbûna Hikûmeta Sûriyê û Hikûmeta Iraqê ye û da zanîn, yekemîn balafira alîkariyan dê roja pêncşemê (12.12.2013) bigihe û biryare heta roja yekşemê 12 balafirên alîkariyê bigihine Sûriyê.


Wî berpirsê UNHCRê her wiha bal kişand ku ev cara yekemîn e ku alîkarî dê di rêya Iraqê re bêne şandin û wiha got: “Di navbera 50 heta 60 hezar kes li parêzgeha Hesekê pêwîstiya wan bi alîkariyê heye”.
Top