• Thursday, 12 February 2026
logo

Prof. Kentel: Kurd nirxê aştiyê baştir dizanin

Gulan Media December 11, 2013 Nûçe
Prof. Kentel: Kurd nirxê aştiyê baştir dizanin
Mamosteyê Zanîngeha Şehîr ya Stenbolê, li ser xalên nav Pakêta Demokratîkbûnê dide xuya kirin, “ne ku AKP şoreşê pêk tîne, ew gavên werin avêtin di encama têkoşîna tevgera civakî û opozîsyona Tirkiyê de pêk tên.”

Civaknasê Tirk, pêşniyarên sîstema hilbijartinê rexne dike û diyar dike, “AKP li şûna wekheviya hemû partiyan, bi pejirandina pêşniyarên xwe dixwaze hêza xwe li parlemenê zêdetir bike ku ev jî ne gaveke demokratîk e.”

Ew, çareserkirina rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wekî babeta çareseriya wê herî zehmet û sembolîk dinirxîne ku jibo wî hepsa malê pêşniyar dike.

Sosyologist Kentel, li ser bûyera Geverê dide zanîn, “hinek derdor hene ku hê jî hewil didin bi rêya bilindkirina rageşîyê pêvajoyê têk bibin. Dewlet jî PKK jî di nav xwe de ne yekdeng in.”

Ew di dawîyê de destnîşan dike, “her çiqas nêrînên cuda hebin jî herî zêde hêla BDP’ê qîmeta aştîyê dizane ku ew bêhtir bi hesreta wê dijîn.”

voa
Top