Bo roja cîhaniya mafên mirovan Serok Barzanî peyamek pêşkêş kir
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta roja cîhaniya mafên mirovan peyamek pêşkêş kir ku, ew jî tekesta vê ye;
Belavoka cîhanî ya mafên mirovan di roja 10 ya decambera sala 1948an de gaveke gelek girîng ya civaka navnetewî bû bo danana sînor ji bo nasandina mafên mirovan û gerentî kirina wan mafan yên ku, bi sedema şer û kawêlkariyan û dîktatoriyetê dihatin bipêkirin.
Mixabin piştî 65 salan li ser belavkirina vê belavoka han ya dîrokî hîn jî li devera me û hin deverên cîhanê de binpê kirina mafên mirovan didome, her çend dîktatoriyet li Îraqê hatiye hilweşandin lêbelê rewşa mafên mirovan li Îraqê paşde çûye û hîn jî tenahiya jiyana welatiyan, mafên jin û zarokan di bin metirsî dene, gendelî û aloziyên eşîrî metirsiyeke gelek mezinên li ser mafên mirovan, keramet û jiyana welatiyên Îraqê.
Di wan salên dawî de li Kurdistanê gelek pêngavên baş bo parastina mafên mirovan hatiye avêtin lêbelê ew pêngavên han hîn jî kêmin, gelê Kurd qurbaniya herî mezin ya binpê kirina mafên mirovan bûye lewre dibe parastina mafên mirovan bibe armanca sereke ya hikûmet û saziyên medenî yên li Kurdistanê de, dibe civaka medenî û mîdiya bi çaveke vekirî kar bikin.
Bi hêviya rêz girtin ji nirxên mirovahî, rêz girtin ji mafên mirovan li Kurdistanê de.
Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
10.12.2013
