Çar girtiyên Kurd 17 sal e nikarin malbatên xwe bibînin
Girtiyê berê yê bi navê Cehangîr Hatemî, ku niha li welatê Almanyayê dijî got: ’’Çar girtiyên bi navên: Omer İmamî, Mihemed Muradî, Walî Dirûdî û Elî Salihî ku ji sala 1996 heta niha di girtîgeha bajarê Yezdê da ne, ji girtîgehê neçûne derve.’‘
Li gor gotina navbirî ew 4 girtî sala 1999’ê ji Kirmanşanê bo Girtîgeha navendî ya bajarê Yezdê hatine veguhestin.
Li gor agahiyan Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Kirmanşanê bi henceta endamtiya di partiyeke dijberî Îranê cezayê hetahetayî ji bo Omer İmamî û Walî Dirûdî biriye û ji bo Elî Salihî û Mihemed Muradî jî bi heman hencetê 20 sal hepsa taloq hatiye birîn.
Basnews
