Yekgirtina AKP, CHP û MHP li dijî Kurdistanê, Peyva ´Kurdistan´ ji reşnivîsa bûdceya Tirkiyê hat derxistin
Çend roj beriya niha parlamenterên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yên endamên komîsyona bûdce û plandanînê ya Parlamentoya Tirkiyê, di nivîsandina reşnivîsa bûdceyê de navê Kurdistanê û Ocalan bicîh kiribûn.
Di reşnivîsê de ku ji aliyê parlamenterên BDPê Hesîb Kaplan û Adil Zozanî ve hatibû amadekirin, herêma rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê wek “Kurdistan”, “Kurdistana Tirkiyê” û Ocalan jî wek “Rêberê Gelê Kurd” bi nav kiribûn.
Di civîna îro (09.12.2013) ya parlamentoyê de li ser bûdceya sala 2014an a Tirkiyê, parlamenterên partiyên Komarî ya Gel (CHP), Tevgera Nijadperest (MHP) û Dad û Geşedanê (AKP) li dijî bikaranîna peyva Kurdistanê derketin û ev yek wek binpêkirina qanûna bingehîn û perçekirina welêt bi nav kirin.
Di dengdanê de, ligel dijberiya tund a parlamenterên BDPê ku car car bû sedema devojeniyê jî, lê bi pirraniya dengan navê Kurdistanê ji reşnivîsê hat derxistin.
Lê nayê zanîna ka navê Ocalan jî ji reşnivîsa bûdceyê hatiye derxistin yan na.
Ev parados di demekî ye ku beriya niha Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, li Amedê û li kêleka Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û li ber çavên bi milyonan kurd navê Kurdistanê anî ziman.
Erdogan di bersiva kesên ku ji bikaranîna peyva Kurdistanê ji aliyê wî ve nerazî bûn, wiha gotibû: “Bila herin notên yekemîn parlamentoyê vekin û bixwînin. Ataturk jî navê Kurdistanê aniye ser ziman. Jixwe cihên ku kurd lê dijîn jê re dibêjin Kurdistan…”
