• Thursday, 12 February 2026
logo

Nucêfî û Mutleg hevpeymanîyekê pêk tînin

Gulan Media December 10, 2013 Nûçe
Nucêfî û Mutleg hevpeymanîyekê pêk tînin
Serokê parlemana Êraqê û cîgirê serokwezîrê Êraqê biryar dan ku hevpeymaniyek nû ji bo hilbijartinên parlemanê pêk bînin.

Bi daxuyaniyekê bo ajansa niştimanî ya Êraqê, parlemanterê bereya diyaloga niştimanî ya bi serokayetiya Salih Mutleg, Heyder Mula ragihand: Serokê lîsta Mutehîdon Usame Nucêfî û serokê lîsta Êraqî erebî Salih Mutleg li ser hevgirtina lîsteyên xwe rêkeftine û li jêr navê Yekîtî hevpeymaniyek nû ji bo hilbijartinên parlemanê ya dahatû pêk anîne.

Bi gotina Mula, Usame Nucêfî dê bibe serokê hevpeymaniya “Yekîtî” û Salih Mutleg jî wê bibe berpirsyarê mekteba siyasî yê wê hevpeymaniyê. Eve ji bilî beşdariya her yek li Ehmed Ebu Rîşe, Selman Cumeylî, Selîm Ciborî, Heyder Mula, Mihemed Temîm û Re`d Dehilkî wê bibin mekteba siyasî ya hevpeymaniya nû ku pêştir her yek ji wan serkirdeyên berê yê ew herdu lîsteyan bûn.

Pêkanîna ew hevpeymaniya nû ya Sunî`yan di demekê de ye ku derbeyek mezin li serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî ketiye piştî destjikarkêşana du serkirdeyên nêzîkî wî ku Samî Eskerî û Îzet Şabender in.
Top