Li Îlam û Kirmanşah 15 girtî hatin îdamkirin
Li gorî raporta Çalakvanên Mafên Mirovan, pênçşema borî li girtîgeha Dîzêl Abad ya bajarê Kirmanşahê ji ber sedemê bazirganiya madeyên hoşber 7 kes hatine darvekirin û heta niha derbarê nasnameya wan de tu agahî nehatine dayîn.
Hat ragehandin ku di heman rojê de li girtîgeha Îlam jî 8 kes hatine darvekirin. Di raportê de tê gotin ku derbarê nasnameya wan de jî heta niha agahî bi dest neketine. Herwiha heta niha medya fermî ya Îranê jî derheqa darvekirina van 15 kesan de tiştek ne gotiye.
Li Îranê di meha dawî de 17 jê Kurd tê gotin ku bi giştî 79 kes hatine îdamkirin. Cezayê îdamê Kurd jî di nav de li gelek kesên din jî hatiye birîn. Herî dawî, xwîşk û parêzerên Hebîbûllah Letîfî ragehandin ku Letîfî di bin metirsiya darvekirinê de ye û ew ditirsin di her kêliyekê de bê darvekirin.
Basnews
