PKK her 4 eskerên Tirk berdan
Li gorî nûçeyek ajansa Reuters ê, çavkaniyê ewlekariyê ragihandin ku piştî navbênkariya çend siyasetmedarekî BDPê, doh Yekşemê şervanên PKKê her çar eskerên Tirk ên ku li Fîsê ya Amedê revandine, hatin berdan.
Li gorî medyayên Tirkî, dema ku şervanên PKKê her çar eskeran revandin, 3 otombêl jî şewitand bûn.
Hêjayê gotiê ye ku ev çend rojin xwepêşanad li Geverê destpê kirine piştî ku hêzên polîs roja 6ê Kanûna 2013an li Geverê 2 welatî di xwepêşandana li dijî têkdana goristana gerîlayên PKKê kuştin û li dijî vê yekê li gellek deverên Bakûrê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê hatin sazkirin û alozî heta niha jî didome.
Rudaw
