Beşîr Atalay: Mesûd Barzanî rolekî mezin bo aştiya deverê digêre
Beşîr Atalay cêgirê serokwezîrê Tirkiyê li bajêrê Enqere yê paytexta Tirkiyê kombûnek li gel rojnamevanên Enqere sazkir û ragehand ku Tirkiyê di nava deh salên borî da gelek pêşkevtinên mezin di biyavê abûrî, siyasî û civakî da dirust kiriye û got: " Niha jî em bizavê dikin aştiyeka sertaserî li hemû Tirkiyê dirust bikin û tundûtûjyê li başûr û rojihelatê Tirkiyê (bakurê Kurdistanê) jî nehêlin û pirosêsa aştiyê bi armanca jiyaneka dîmokiratîk û wekhev hatiye destpêkirin û her demê pirose gehişte encama dûmahiyê û tundûtûjî li welat nema, wê demê pirsa kurdî jî çare dibe."
Di pişkeka dî ya axavtina xwe da cêgirê serokwezîrê Tirkiyê behsê peywendiyên herêma Kurdistanê û Turkiya jî kir û ragehand ku siyaseta serekê hikûmeta wan eve ku li gel welatên cîran peywendiyên dostane û bazirganî pêşve bibin û got: " Di vê çarçovê de di rewşa niha de peywendiyên me li gel hikûmeta Kurdistana Iraqê gehiştiye astekî stiratîjî û di her biyavekê de roj bi rojê peywendiyên me geşe dikin û ew yek di berjewenda herdu aliyan û herêma rojihelata navîn deye."
Navihatî herwesa diyar jî kir ku daxwaza gelê Tirkiyê bi tirik û kurd û hemû pêkhateyên dî eve ku naxwazin careka dî şer û tundutîjî û kuştin hebe û got: " Li dûv vekolînên ku me kiriye 85% welatiyên Tirkiyê piştevaniyê li pirosêsa aştiyê dikin û ew yek destê hikûmeta me bo serxistina pirosêsa aştî û pêk vejiyanê bi hêztir dike."
Li ser rolê serokê herêma Kurdistanê di aştiya herêmê da jî cêgirê serokwezîrê Tirkiyê ragehand ku rêzdar Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê herdem piştevanî li çarekirina pirsa kurd bi rêya aştiyê kiriye û rolekî gelek erenî bo aştiya herêmî digêre
