• Thursday, 12 February 2026
logo

Rapirsiya herî dawî li Tirkiyê: ‘Pêvajo’ kêrî BDPê nehatiye

Gulan Media December 8, 2013 Nûçe
Rapirsiya herî dawî li Tirkiyê: ‘Pêvajo’ kêrî BDPê nehatiye
Li gorî encamên rapirsiyekê ku derheqê hilbijartinên Tirkiyê de hatiye sazkirin, ‘pêvajoya aştiyê û çareseriyê’ bûye sedema zêdebûna dengên AKPê li Bakûrê Kurdistanê lê kêrî BDPê nehatiye çimkî dengên wê kêm bûne.

Edîtorê rojnameya tirkî ya HABER TURKê, Fatîh Altayli di nivîsa xwe ya îro (08.12.2013) de encamên rapirsiyekê belav kiriye ku li gorî rapirsiyeke gellekî berfireh e.

Li gorî encamên rapirsiyê ku derheqê hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de hatiye kirin û pirsa “eger îro hilbijartin bibe tu dê dengê xwe bidî kîjan partiyê” ji beşdaran hatiye kirin, Partiya Dad û Geşedanê (AKP) wek çend carên berê di gellek bajar û deveran de dîsa di rêza yekem de ye.

Li Stenbolê ku bajarê herî qerebaxix ê Tirkiyê ye û nêzîkî 9 milyon kes dikarin beşdarî hilbijartinan bibin, AKPê bi 48% û CHPê jî 35%ê dengan bidest xistine.

Li gorî encamên rapirsiyê,BDPê li devera Arnavûtkoyê ya Stenbolê kariye 12%ê dengan bidest bixe lê rêjeya dengên BDPê li deverên din ên Stenbolê nehatiye eşkerekirin.

Li Enqerê, AKPê nîvê dengan bidest xistiye lê CHPê 27%ê dengan bidest aniye. Tişta herî balkêş ew e ku BDP li navçeya Haymana ya Enqerê di rêza duyemîn de û li pey AKPê cî girtiye û li dû wê jî MHP û CHPê tên.

Li gorî encamên rapirsiyê, rêjeya dengên AKP û BDPê li bajar û deverên Kurdistanê li gorî pîvana pêvajoya aştiyê hatiye guhertin: Mirov dikare bêje pêvajo kêrî AKPê hatiye lê kêrî BDPê nehatiye. Ev rewşa di rêjeya dengan de derdikev holê:

Amed: AKP 42%، BDP 50%.

Erzirom: AKP 48% ، MHP 30%

Mêrdîn: AKP 46%، BDP 37%

Riha: AKP 46%، BDP 15%

Wan: AKP 48%، BDP 43%

Meletî: AKP50%، CHP 15%

Dîlok: AKP 52%، CHP 30%

Mereş: AKP 65%، CHP20%



Di rapirsiyê de rêjeya dengên Colemêrg nayê dîtin lê Altayli daye zanîn dê roja sêşemê (10.12.2013) encamên rapirsiya bajarên din jî belav bike.

Helbet tê zanîn ku li Colemêrgê BDP gellekî bihêz e.

Rudaw
Top