160 Kurd çûne cîhadê û 25 ji bo xwekujiyê amade ne
Lahor Şêx Cengî di çavpêkeftinekê li gel rojnameya Kurdistana Nû ku wê sibe naveroka wê belav bike dibêje: Zanyaria me heye ku hemû ew kes bi navê cîhadê çûne Sûriyê hemû mijûlî perwerde û rahênanê ne û grupekî taybet jî ku ser bi Kurdên Êraqê hatiye pêkanîn û di hemû waran de perwerde wergirtine.
Berpirsê ajansa Parastin û Zanyarî, Lahor Şêx Cengî ragihand: Zêdetir li 25 kes ji wan kesan ku perwerdeya wan berdewam dike amadebûna xwe bo karê xwekujiyê nîşandane.
Lahor Şêx Cengî bal kişand ser wê yekê jî ku: Ji ber ew êrişên ne rewa ku li dijî dazgehên ewlekariya Silêmaniyê tên kirin car caran bala me belav dike li ser ew hereşeyên mezin ên terorê ku li ser navçeyê heye.
Xendan
