• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî meserefên çareseriya nexweşiya Rojnamewanekî dide

Gulan Media December 8, 2013 Nûçe
Serok Barzanî meserefên çareseriya nexweşiya Rojnamewanekî dide
Serokê Kurdistanê tevahiya meserefên nexweşiya Rojnamewanekî Kurd dide.

piştî nexweş ketina Rojnamewanê Kurd Keyomers Husênî hate zanîn ku, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî biryar daye daku, li ser bûdceya xwe ya taybetî tevahiya mesrefê çareser kirina nexweşiya Keyomers li derveya Kurdistanê hilde ser xwe.

Hêjayê gotinê ye ku, Rojnamewan Keyomers Husên çend mehe rastî nexweşiyeke tund hatiye û hevjîna vî Şoxan Muhemed ragehand ku, rewşa Keyomers gelek aloze û niha nikare baxeve.

Şoxan Mehemed herwiha diyar kir ku, îro ji nivîsgeha Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ji me re gotin ku, Serok Barzanî biryar daye daku, tevahiya meserefên çareser kirina nexweşiya Keyomers li derveya welat bigire ser xwe.
Top