• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Urmiyê girtiyekî Kurd hat darvekirin

Gulan Media December 8, 2013 Nûçe
Li Urmiyê girtiyekî Kurd hat darvekirin
Ligor ajansên Îranî 7’ê rêbendanê girtiyekî Kurd bi navê Yûnis Bapirî li girîgeha Navendî ya Bajarê Urmiyê hatiye darvekirin.

Navbirî bi tawana ’’Qetla bi qest’’ 6 salan di girtîgehê de bû. Ligor çavdêriyên ajansa Kurdpa di meha borî de li Îranê hukmê bidarvekirina 40 hevwelatiyên Îranî cîbicîh bûye.

Herwiha Îslam Rezayî û Heyder Şîrî ku xelkê Urmiyê ne û ligeş Yûnis Babîrî bi mebesta darvekirinê, bo odeyên yekkesî yên zîndana Urmiyê hatibûn veguhestin, heta niha çarenivîsa wan nediyar e û tiştek derheqa wan de nayê zanîn.

Basnews
Top