• Thursday, 12 February 2026
logo

Zêbarî: PYDê gelek nêzîkî rejîma Esed e

Gulan Media December 8, 2013 Nûçe
Zêbarî: PYDê gelek nêzîkî rejîma Esed e
Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ragihand ku armancên gelê Sûriyê ji bo guhertina rejîmê rewa ne, lê hişyarî li hember damezrandina mîrnişîneke îslamî li Sûriyê da.

Hoşyar Zêbarî li paytexta Behrênê el-Mename di Korbenda Ewlekariya Navdewletî û Herêmî de, derbarê krîza Sûriyê û bandora wê li ser navçeyê de axivî.

Derbarê rêveberiya demî de ya ku PYDê li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, Zêbarî diyar kir ku tevgerên hinek grûpên Kurd ji bo ragihandina herêmeke kurdî niyetên xirab li pişt hene û got “Ew partiya piştgiriya vê yekê dike gelekî nêzîkî rejîma Beşar Esed e”.

Zêbarî herwiha got “Ev yek nayê wê wateyê ku dilê Kurdan (li Başûrê Kurdistanê) ne li ser birayên wan ên Kurd e li aliyê din yê sînor e (li Rojavayê Kurdistanê), lê ev tevger yek ji lîstikên rejîmê ye ji bo ku her li ser desthilatê bimîne”.

Zêbarî diyar kir ku Îran hatiye agahdarkirin ku Iraq ne beşeke ji rikberiya Sûriyê û wê ti çekan radestî ti aliyên rikberiyê neke. Zêbarî herwiha red kir ku ti hêzên welatê wî li nav xaka Sûriyê hebin.

Di dawiya axaftina xwe de, Wezîrê Derve yê Iraqê banga dîtina çareseriyeke aştiyane ji bo krîza Sûriyê kir û ji civaka navdewletî xwest ku ji “bêkêriya” xwe rizgar bibe.

Rudaw
Top