• Thursday, 12 February 2026
logo

Hague: Dibe ku Sûriyê parçe bibe

Gulan Media December 7, 2013 Nûçe
Hague: Dibe ku Sûriyê parçe bibe
Wezîrê Derve yê Berîtanya William Hague hişyarî da ku eger di sala 2014an de çareseriyek ji krîza Sûriyê re neyê dîtin, dibe ku Sûriye bi tevahî ji hev bikeve û parçe bibe.

Krîza Sûriyê ji adara sala 2011an de berdewam e heta niha her du aliyên rikber, rejîm û opozîsyon, li hev nakin. Biryare di 22yê çileya sala 2014an de her du alî li kongreya Cenêv2 de we cara yekê li hev bicivin.

Hague got “Eger ev dijberî berdewam bibe, dibe ku Sûriyê ji hev bikeve û navçeyeke derveyî kontrola her dewletekî li Rojhilata Navîn bê damezirandin”.

Hague ku di Korbenda Navneteweyî ya Ewlekariya Herêmî de li paytexta Behrênê Mename diaxivî, destnîşan kir ku eger ev dijberî ji bin kontrolê derkeve, di serî de cîranên Sûriyê gellek aliyên din û di nav de jî Ewropa dê bikevin bin metirsiya terorê.

Wezîrê Derve yê Berîtanya diyar kir ku berdewamiya vê dijberiyê dê bibe sedema krîzeke mirovahî ku êdî wê neyê kontrolkirin.

Hague bang li desthilat û opozîsyona Sûriyê kir ku tevlî kongreya Cenêv2 bibin.

Rudaw
Top