• Thursday, 12 February 2026
logo

Obama Dara Christmas li Washingtonê vêxist

Gulan Media December 7, 2013 Nûçe
Obama Dara Christmas li Washingtonê vêxist
Serokê Amerîka Barack Obama û malbata xwe guh nedan barana ku duh li Washingtonê dibariya û cadeya li ber Koşka Spî derbas kirin ji bo ku Dara Christmas a niştimanî ya Amerîka vêxin.

Obama ligel hevjîn, herdu keç û xesûwa xwe tevlî merasîma ku her sal ji bo vêxistina Daraa Christmas a niştimanî tê lidarxistin, bûn.

Di merasîmê de ku hunermend Mariah Carey, Aretha Franklin û koma Trine bi muzîka xwe dilê xelkê geş dikirin, Obama henek bi xelkê ku li wir kom bûbûn kir û ji wan re got “Çansê we heye ku min stran negotin”.

Obama di merasîmê de sîmbola têkoşîna li dijî nejadperestiyê Nelson Mandela ku roja pêncşemê koça dawî kir bi bîr anî û wiha got: “Îsal, em qedreke taybet didin Mandela. Ew mêrê ku qaremaniyeke bê hempa daye me”.

Rudaw
Top