• Friday, 13 February 2026
logo

Di teqînekê de li Qamîşlo çend kes Tên kuştin û birîndar kirin

Gulan Media December 7, 2013 Nûçe
Di teqînekê de li Qamîşlo çend kes Tên kuştin û birîndar kirin
Di encama teqîna tirimbîleke bombekirî li Qamîşloyê de 21 kes bûne qurbanî.

tirimbîleke bombekirî li pêş avahiyekê hikûmeta Sûrî li bajêrê Qamîşlo teqiya û bo sedema kuştina 6 kesan û birîndarbûna 15 kesên din ku hinek ji wan sivîlin.

Alan Bego bizavkarê serbixwe li bajêrê Qamîşlo di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka got, ew teqîn li pêş avahiyekê hikûmetê ku binavê Ceyş el Dîfa’el Wetenî tê nasîn teqiya.

Bego herwiha got akincîyên wê deverê Erebin û nobedarên wî avahî jî ji eşîretên Ereb yên wê deverê ne.
Bizavkar Bego got hêla telefonê hatiye birîn û hêzên hikûmetê ew dever dorpêc kirye.
Top