Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo koça dawiya Nelson Mandêla
Jiyan û helwest û kirdarên Mandêla bûye sembolekî cîhanî ji bo hemû azadîxwazan. Ev zilamê mezin ji bo hemû mirovek waneya berxwedan û aştîxwazî û mirovdostî û dûrketina ji tundutîjiyê ye. Bi navê gelê Kurdistanê serxweşiyê li hemû aştîparêz û azadîxwazên cîhanê dikin. Mandêla pêgehekî mezin li nav dil û derûniya gelê Kurdistanê de heye ji ber ku gelê Kurdistanê li rêzbenda yekema van gelane ku şeydayê azadiye û ji destê sîtem û zordariyê de gelek êş û jan dîtiye.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
06.12.2013
