• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Encûmena Bilinda Îslamî ya Iraqê kir

Gulan Media December 7, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Encûmena Bilinda Îslamî ya Iraqê kir
Êvariya roja pênçşem 05.12.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Ebdulmehdî serkirdeyê li Encûmena Bilinda Îslamî ya Iraqê û Muwesin El Hekîm kir.

Li hevdîtinê de pêvajoya siyasî û emniya Iraqê bi giştî û Bexda bi taybetî û her wiha ew bandorên li encama xerapa pêvajoya emniya Iraqê têne holê hate nirxandin. Her wiha behsa birêveçûna pêvajoya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û derencamên wê kirin ku biryare li dawiya meha çara sala pêş de bête encamdan.

Rewşa herêmayetî û qeyranê siyasiyên navçeyê û paşaroja Iraqa Federal ew mijar bûn ku li vê hevdîtinê de hatin axaftin. Li vê civînê de tekez jî li ser ewe kirin ku runiştin û raguhertinên her dû aliyan ya bi navê peydakirina çareseriyeke guncaw ji bo paşaroja Iraqê berdewam bibê.
Top