Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî terorkirina rojnamevan Kawa Germiyanî şermezar dike
Ev nûçeya diltezîn me hemûyan azar da û gelek bi tundî vê tawana nemirovane şermezar dikin. Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyên xwe bi malbat û kesukarên şehîd Kawa Germiyanî radigihînîn. Daxwaz jî ji Hikûmet û hemû aliyên peywendîdaran dikin ku bi zûtirîn demî tawanbarên vê kirdarê peydabikin û radestî yasa bikin û sizaya wan bidin.
Nabê bi tu awayekî teror û kuştina xelkê bêtawan û rojnamevan li welatê me de hebê. Eve ji bilî wê yekê dibê sedema azardana xelk û têkdana aramiya welat û bexteweriya hemwelatiyan, bandoreke gelek xerap jî li ser nav û dengê Herêma Kurdistanê dibê. Pêwîste yasa serwer bê û azadî û bexteweriya xelkê bê parastin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
06.12.2013
