Rêxistinên sivîl dorpêçkirina Kobanî û Efrînê şermezar dikin
Hejmarek rêxistin û saziyên civaka sivîl li Kobanî di daxuyaniyekê de gotin “Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) bi hênceta ku têkiliyê wan bi rejîma Sûriyê re heye, biryar daye ku hemû navçeyê di bin kontrola PYDê û PKKê de bixe bin kontrola xwe û herêmên Kobanî û Efrînê diyar kirine”.
Saziyên sivîl dorpêçkirina herêmên Kobanî û Efrînê şermezar kir û destnîşan kir ku wê bandora wê li ser jiyana xelkê gelek xirab be.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew kar li dijî hemû yasayên navdewletî ye û bang li opozîsyona Sûriyê kir ku kar ji bo rakirina dorpêça li ser Efrîn û kobanî bike.
Saziyên ku ew daxuyanî derxistin ji Koma Parêzerên Kobanî, Encûmena Pizîşkî li Kobanî, Koma Endazyarên Kobanî, Hevbenda Hîro ya Jina Kurd li Kobanî, Buhara Kurdî li Kobanî, Komeleya Seba ya Kultûrî, Grûpa Aştî ya Kar û Komeleya Sunbula ya Kultûrî pêk tê.
DAÎŞê di 3yê vê mehê de ragihand ku ewê ji roja Şemiyê (07.12.2013) ve her du herêmên Kobanî û Efrînê yên kurdî dorpêç bike.
Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî ragihand ku, DAÎŞê li rojavayê herêma Kobanî, li ser rêbenda xwe ya nêzîkî bajarokê Şiyûxê dest bi dorpêçkirina herêma Kobanî kir.
Herwiha peyamnêrê Rûdawê got ku DAÎŞê rêwiyên Kurd yên ji herêma Kobanî vegerandin û nehiştin ku ew derbasî bajarokê Şiyûx û deriyê sînorî li bajarê Cerabilusê bibin.
rudaw
