Li Hewlêrê serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê aborî û bazirganiyê Libnanê civiyan
Di civînê de ku, duhî roja 04.12.2013ê li bajarê Hewlêrê birêve çû, wezîrê libnanî silavên serokomarê Libnanê gihandin serokwezîrê Kurdistanê û kêfxweşiya xwe bi serdana Hewlêrê nîşan da. Her du aliyan behsa mekanîzma xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên di warê aborî û bazirganî de kir û bi taybetî tekîd li ser pêşvebirina têkeliyên di warê tûrîzm, kulturî, çandinî, tendirustî û bankeyan de kir.
Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe bi hebûna kompanî û şirketên libnanî li herêma Kurdistanê ku, di warên cuda de kar dikin diyar kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye hemû hêsankariyan ji şirket û kompaniyên libnanî re bike daku derfetên zêdetir ji wan re peyda bibin û bi awayekî çalaktir di pirosesa geşkirin û binyatdanana herêma Kurdistanê de beşdar bin.
Wezîrê libnanî jî sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar kir ku, bi germî pêşwaziyê li sermayedar û kompaniyên libnanî dikin û hêsankariyan jê re dikin.
Rewş û pêşhatên kirîza Suriyeyê li ser welatên cîran û pirsa penaberên surî li Libnan û herêma Kurdistanê û hewlidanên hevbeş ji bo çewaniya peydakirina alîkariyan ji aliyê civaka navdewletî ve, mijarên din yên civînê bûn.
