• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Hewlêrê serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê aborî û bazirganiyê Libnanê civiyan

Gulan Media December 5, 2013 Nûçe
Li Hewlêrê serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê aborî û bazirganiyê Libnanê civiyan
Li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û Nekola Nehas wezîrê aborî û bazirganiyê hikûmeta Libnanê civiyan û rola şirket û kompaniyên libnanî yên li herêma Kurdistanê di warê cuda de kar dikin nirxandin.

Di civînê de ku, duhî roja 04.12.2013ê li bajarê Hewlêrê birêve çû, wezîrê libnanî silavên serokomarê Libnanê gihandin serokwezîrê Kurdistanê û kêfxweşiya xwe bi serdana Hewlêrê nîşan da. Her du aliyan behsa mekanîzma xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên di warê aborî û bazirganî de kir û bi taybetî tekîd li ser pêşvebirina têkeliyên di warê tûrîzm, kulturî, çandinî, tendirustî û bankeyan de kir.

Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe bi hebûna kompanî û şirketên libnanî li herêma Kurdistanê ku, di warên cuda de kar dikin diyar kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye hemû hêsankariyan ji şirket û kompaniyên libnanî re bike daku derfetên zêdetir ji wan re peyda bibin û bi awayekî çalaktir di pirosesa geşkirin û binyatdanana herêma Kurdistanê de beşdar bin.

Wezîrê libnanî jî sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar kir ku, bi germî pêşwaziyê li sermayedar û kompaniyên libnanî dikin û hêsankariyan jê re dikin.

Rewş û pêşhatên kirîza Suriyeyê li ser welatên cîran û pirsa penaberên surî li Libnan û herêma Kurdistanê û hewlidanên hevbeş ji bo çewaniya peydakirina alîkariyan ji aliyê civaka navdewletî ve, mijarên din yên civînê bûn.
Top