Leyla Zana: Ji bo Kurdan gavên herî girîng AKPê avêtine
Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana di konferansê de diyar kir ku di dîroka komara Tirkiyeyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan heta niha gavên herî girîng AKPê avêtine.
Di konferansê de, Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, Hevserokê PYDê Salih Mislim, Hevseroka Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed jî beşdar bûn.
Leyla Zana jî di vê konferansê de axifî û got “Dema ku behsa aştiya di navbera Tirk û Kurdan de tê kirin, Tirkiye dibe wek komara tirsan. Ji aliyekî ve hin kes çareseriyê dixwazin lê li aliyê din hin kes jî dixwazin ku ev yek neyê çareserkirin. AKPê ku ev sê carane bi tena serê xwe dibe hikûmat her çiqas kêm, hêdî û sist be jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bê tirs gavên girîng davêje û guftûgoyan birêve dibe”.
Zana axaftina xwe wiha domand: “AKPê wekî hikûmetên berê nekir û ji bo hevdîtinên aştiyê ewilî li ser mijara muxatabiyê sekinî. Bi tevgera azadiya kurd û Îmraliyê re hevdîtinên hevdem kir û ev jî ji bo pêşerojê hêviyên mirov zêde dike”.
Zana bal kişand ser ji hev fehm kirinên ku di dema pêvajoyê çareseriyê de çêbûne û wiha got: “Gelek mijarên pirsgirêka kurd li benda çareseriyê ne. pêwîste ku destûreke bingehîn a demokratîk bikeve rewacê. Girtiyên nexweş divê demildest bêne berdan. Ji bo Qanûna Têkoşîna bi Terorê re jî guhertin lazim e. Komkujiya Roboskiyê divê bê zelalkirin. Pergala perwerdehiyê ji nijadperestiyê bê paqijkirin û ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî bi awayekî fermî bikeve rewacê. Ji bo kesên ku aştiyê tînin divê wekhevî hebe”.
Hevseroka BDPê Gultan Kişanak di mijara Kurdan de li ser berpirsiyariyên Ewropayê sekinî û diyar kir ku Ewropa di dîrokê de ji ber trajediyên ku hatine serê Kurdan xwediyê hin berpirsiyariyan e û divê ku di pêvajoya çareseriyê de berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.
Kişanak herwiha got “Komîsyona Lihevkirina AKPê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan, bo dewleteke hiqûqî û parastina mafên bingehîn ti pêşniyarek neanî û ji ber vê yekê lihevkirin çênebû”.
Kişanakê diyar kir ku pêşnûmaya destûra bingehîn a ku ji aliyê wan de hatiye amadekirin tam li gor armancên Tirkiyeyê ye.
Endamên Parlamentoya Ewropayê yên çepgir jî ji Yekîtiya Ewropayê (YE) xwestin ku bila PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.
Rudaw
