• Thursday, 12 February 2026
logo

Di şer û pevçûna Kerkûkê de 65 kes bûne qurbanî

Gulan Media December 4, 2013 Nûçe
Di şer û pevçûna Kerkûkê de 65 kes bûne qurbanî
Rêveberê giştî yê saxlemiya Kerkûkê, Sebah Emîn Ehmed, ragihand ku di bûyera ku îro (04.12.2013) li bajêrê Kerkûkê çêbuyî 60 kes birîndar bûne, û 5 kesên din mirine.


Di daxuyaniyeke taybet de bo Rûdawê, Sebah Emîn Ehmed, got ku ew 5 kesê ku mirine, efser û karmendekî polîs, 2 karmednên asayişê ne û şofêrekî otombêla hawarhatinê ye.


Herwiha navhatî got ku di nav birîndaran de 6 karmendên rêvebriya saxlemiya Kerkûkê hene.


Rêveberê giştî yê saxlemiya Kerkûkê eşkere jî kir ku çend birîndarek ji bo nexweşxaneyên Hewlêrê hatine veguhestin.

Rudaw
Top