Çekdaran avahiya îstixbaratan li Kerkûkê kontrol kir
Peyamnêrê Rûdawê ku li cihê bûyerê ye got ku heta niha şer û pevçûn di navbera hêzên ewlekariyê û çekdaran de berdewam e û bi çekên giran bersiva hevdu didin.
Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku çekdaran çend nîşançiyek li ser avahiyên wê navçeyê danîne û ji wir de heta niha 4 kes ji hêzên ewlekariyê kuştine.
Rêveberê Polîsê Bajar û Bajarokên Kerkûkê Serhed Qadir ji nava bajêr derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got “Şer gelek girane û berdewam e”.
Qadir bal kişand ku hêzên ewlekariyê karîne 90% avahiyên îstixbaratan kontrol bikin. Niha jî gotegot hene ku Wezareta Bergiriyê ya Iraqê dê ji Bexdayê helîkopterên şer ji bo şerê li dijî çekdaran bişîne Kerkûkê.
Derbarê helwesta hêzên pêşmerge de û beşdarîkirina wan di wî şerî de, sekreterê giştî yê hêzên pêşmergeyên kurdistanê Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand ”Pêşmergeyên Kurdistanê hêzên wan li nav bajarê Kerkûkê nînin, asayişa bajêr di destê saziyên asayişê û polîsê bajêr de ye, di bûyereke wiha de ew bi xwe karin kontrolê bikin”.
Yawer herwiha got “Eger bûyereke mestirsîdar be li ser canê hemwelatiyên Kerkûkê, wê demê emê bi xwe wek her hemwelatiyekî Kurdistanê bergriyê bikin”.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Seid Mein ji Rûdawê re got “Heta niha ji me re zelal nebûye bê ew bûyerên Kerkûkê çi ne û çawa ne”.
Rudaw
