• Friday, 13 February 2026
logo

Nêşîrvan Barzanî serdana Partiya Sosyalît kir

Gulan Media December 4, 2013 Nûçe
Nêşîrvan Barzanî serdana Partiya Sosyalît kir
Piştî ku îro danê sibehê şanda danûstandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê bo goftûgokirina li ser meseleya pêkanîna kabîneya nû serdana Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê kir, berya kêlîkekê gihêştin navenda mekteba siyasiya Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê.

Endamê mekteba siyasiya Partiya Sosyalîst, Ebdula Hacî Mehmud ji Xendanê re ragihand ku: Îro çarşeme pêş nîvro şana PDK bi serokayetiya cîgirê serokê PDK`ê Nêçîrvan Barzanî dê serdana wan bike.

Ebdula Hacî Mehmud got: Ew serdan dê li bajarê Hewlêrê pêk bê û têde sekreterê Partiya Sosyalîst Mehmedê Hacî Mehmud û endamên mekteba siyasî jî amade dibin.

Peyamnêrê Xendanê li bajarê Hewlêrê ragihand ku: Berya kêlîkekê şanda danûstandinê ya PDK gihîşte navneda mekteba siyasiya Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê û ji aliyê sekreterê wê partiyê digel mekteba siyasî ve hatiye pêşwazî kirinê.

Pêştir jî şanda PDK bi serokayetiya Nêçîrvan Barzanî serdana YNK , Gorran , Yekgirtuya Îslamî , Komeleya Îslamî , Tevgera Îslamî û Partiya Komonîst a Kurdistanê jî kiribûn.

Li 21 îlona îsal hilbijartinên parlemana Kurdistanê hatin encamdan lê belê heya niha hikûmeta nû a Herêma Kurdistanê pêk nehatiye.

Xendan
Top