• Thursday, 12 February 2026
logo

serkirdeyekî Hizbulah li Beyrûtê hat kuştin

Gulan Media December 4, 2013 Nûçe
serkirdeyekî Hizbulah li Beyrûtê hat kuştin
Yek ji serkirdeyên Hizbulahê Libnanê bi navê Hesan Holo el-Luqeyis şeva borî li ber mala xwe li paytexta Libnanê Beyrûtê hat kuştin.

Ofîsa ragihandina Hizbulah di daxuyaniyê de ku ji aliyê rojnameya el-Nehar a libnanî ve hatiye belavkirin, aşkere kir ku el-Luqeyis saet 12ê şeva borî li ber mala xwe li navçeya San Tîrêz di dema ku ji karê xwe vedigeriya de hat kuştin.

Di daxuyaniyê hatiye diyarkirin ku el-Luqeyis bavê yek ji şervanên Hizbulah e ku di şerê hezîrana sala 2006an de yê di navbera Hizbulah û Îsraîlê de hat kuştin.

Hizbulah di daxuyaniya xwe de Îsraîl bi kuûştina el-Luqeyis tometbar kir û got “Berê jî Îsraîlê li çend navçeyan gelek caran hewl daye el-Luqeyis bikuje”.

Hizbulah herwiha soz da ku tola kuştina serkideyên xwe bide.

Rudaw
Top