• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Em wek hikûmet û PDKê ji helwesta PYDê nerazî ne

Gulan Media December 4, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Em wek hikûmet û PDKê ji helwesta PYDê nerazî ne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew wek hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji helwesta Partiya Yekîtiya Demokratîk nerazî ne.

Nêçîrvan Barzanî ku bi erkê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de hatiye spartin, îro serdana Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê kir.

Piştî civîna ku li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Partiya Zehmetkêşan Belên Ebdila kongreyeke rojnamevaniyê lidarxistin.

Serokwezîr Barzanî di kongreyê de derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de axifî û rexne li PYDê kir û got “Em wek hikûmeta Herêma Kurdistanê û wek PDKê jî ji helwesta PYDê li Sûriyê nerazî ne. PYDê wê qadê ji xwe re bikar tîne û rê nade ti aliyekî siyasî ku ne karekî siyasî û ne jî ti karekî din bike”.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku tiştê PYDê li Rojavayê Kurdistanê dike bi hemahengî û hevkariya digel rejîma Beşar Esed e û got “Me dît jî bê Wezîrê Bergiriyê yê Sûriyê serdana Qamişlo kir”.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got “Tiştê ku li Rojava tê kirin xapandina gelê Kurd e ji wê siyaseta şaş a ku PYDê birêve dibe”.

Serokwezîr Barzanî peyamek jî ji PYDê re rgihand û got “Ti nikare li cihekî Kurdistanê weha reftar û tevbigere ku mulkê te ye û ti aliyekî siyasî nikare li wir beşdar bibe”.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku pêwîste PYDê rê bide hemû aliyên siyasî yên din ku li Rojava beşdar bibin û karê xwe yên siyasî bikin û got “Her tiştek hebe emê piştgiriya wan bikin ku bi hemahengî û hevkarî digel hemû aliyên siyasî li Rojava bi encam bigihe”.

Rudaw
Top