Ansarioglu: Navê cihê ku Kurd lê dijîn Kurdistan e
Ansarioglu di hevpeyvînekê ligel televizyona CNN Turk de diyar kir ku di belegeyên Parlamentoya Tirkiyê yê destpêkê de navê Kurdistanê derbas dibû û li Tirkiyê navê cihê ku Kurd lê dijîn Kurdistan e.
Ensarioglu got “Eger ew bêjin Kurdistana Tirkiyê dibe ku bê fêmkirin daxwaza yekbûna herçar perçeyên Kurdistanê dikin û ewê bihêle gelek kes şaş fêm bikin”.
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di serdana Amedê de yekem car wî navê Kurdistanê li Tirkiyê bikar anî.
Galib Ensarioglu ji aliyê AKPê ve wek kandîdê şaredariya Amedê hatiye destnîşankirin.
