• Thursday, 12 February 2026
logo

Encûmena parêzgeha Kekrûkê piştgîrîya biryara vegerandina Dûzxormato bo ser Kerkûkê dike

Gulan Media December 4, 2013 Nûçe
Encûmena parêzgeha Kekrûkê piştgîrîya biryara vegerandina Dûzxormato bo ser Kerkûkê dike
Encûmena parêzgeha Kerkûkê piştgîrîya xwe bo biryara encûmena qezaya Dûzxormato ya derbarê vegera bo ser îdareya parêzgeha Kerkûkê, bi awayeke fermî ragihand.

Li gor nûçeya PUK media, Awat Mihemed endamê encûemna parêzgeha Kerkûkê got:´´ em piştîvanîya vegerandina Dûzxormato bo ser Kerkûkê dikin.´´

Awat Mihemed da xuyakirin:´´ ew daxwaz, daxwazeka qanûnî ye û beşeke ji cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê û madeya 58 a qanûna demkî ya hikûmeta navendîya Iraqê.´´ Herwiha tekez jî kir ku daxwaza vegerandina Dûzxormato bo ser îdareya parêzgeha Kerkûkê, mafeke qanûnî ye, çimku pêştir jî ser bi Kerkûkê ve bûye û li gor biryarên nijadperestane û bo guhertina demgorafîya Kerkûkê, ji Kerkûkê hatiye veqetandin.

Awat Mihemd endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê herwiha ragihandiye:´´ em daxwaz ji parleman aIraqê dikin ku proje qanûna pêşnîyarkirî ya Cella Talebanî ya bo diyarkirin û serrastkirina sînorên qanûnîyên nawçeyên cuda cuda cîbicî bike.´´

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî pêştir piştgîrîya xwe bo biryara encûmena qezaya Dûzxormato diyar kiribû. Hefteya bihorî encûmena qezaya Dûzxormato bi hemû endmaên xwe yên Kurd, turkman û ereb û bi koma dengan birayara vegerandina Dûzxormato bo ser sînorê îdarîyê parêzgeha Kerkûkê da.
Top