• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya nunerê Amerîkayê bo ajansa navnetewî kir.

Gulan Media December 3, 2013 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya nunerê Amerîkayê bo ajansa navnetewî kir.
Nêçîrvan Barzanî û USAID behsa rewşa penaberên Rojavayê kirin

Duh li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Nunerê Amerîkayê bo karûbarên ajansa navnetewî (USAID) Mark Firsteen û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa Penaberên Rojavayê Kurdistanê û pêdevî û kêşeyên wan penaberan hatin nîqaşkirin û her du alî behsa wan derfetan kirin ku, dikarin hevkariya penaberên Rojava yên di nava kempan de bikin.

Di vê derbarê de Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hevkariya wan penaberan kiriye û di hevkarî kirinê de berdewam dibe lêbelê penaber pêdeviya xwe bi hevkariyên zêdetir heye lewre dibe hikûmeta fedral ya Îraqê jî berê xwe bide wan jiber ku, ew kêşeya han girêdayiya tevahiya Îraqê ye.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha daxwaz ji ajans û saziyên navnetewî kir daku, berê xwe bidin wan penaberan û hevkariya wan bikin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de behsa pêşniyara NY bo xwedan kirina penaberên Sûriyayê di nava axa Sûriyayê de hate nîqaşkirin û Serokwezîrê Kurdistanê jî piştgîriya vê pêşniyara han kir.
Top