Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya rêwresma roja salvegera nîştîmaniya Îmarata Yekgirtiya Erebî kir
Li vê rêwresmê de ku hejmareke zêdeyê dîplomat, mîhvanên biyanî, balyoz û konsolê welatan û her wiha hejmarek berpirsên hikûmî û hizbî yên Herêma Kurdistanê beşdar bûn, destpêkê de Raşîd Mihemed El Mensûrî Konsolê Giştî yê Îmarat peyvekî pêşkêş kir û bi xêrhatina Serok Barzanî û mîhvanan kir û bi kurtî behs li ser geşbûna peywendiyên siyasî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û Îmarata Yekgirtiya Erebî kir.
Her wiha li vê rêwresmê de Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê bi navê Serok Barzanî û Hikûmet û gelê Kurdistanê li gotarek de pîrozbahiya vê salvegerê li Hikûmet û gelê Îmaratê kir û hêvî jî xwest peywendiyên di navbera her dû welatan zêdetir geşbûnê bi xwe ve bibîne.
